Blînken û Kazimî li ser êrîşa dijî Hewlêrê axivîn

Blînken û Kazimî li ser êrîşa dijî Hewlêrê axivîn

Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken û Serokwezîrê Iraqê Mistefa El Kazimî bi telefonê li ser êrîşa li hemberî Balafirgeha Hewlêrê axivîn.

Berdevkê Wezareta Karên Derva Ned Prîce di daxuyaniya nivîskî da anî ziman ku Blînken û Serokwezîrê Iraqê Kazimî li ser telefonê axivîn.

Prîce daxuyand Blînken sersaxî da malbata personelê bipeyman ê ku hatiye kuştin, ji bo birîndaran şifa xwest û û wiha dewam kir: "Wezîr der barê êrîşên bi gelek moşekan va li hemberî Hewlêrê hatin kirin da hêrsa xwe anî ziman."

Prîce got Blînken der barê axaftina xwe ya bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Mesrûr Barzanî da jî agahî da Kazimî û bang li hikûmeta navendî ya Iraqê kir ku ew li dijî tundiyê bi HKIyê ra hevkariyê bikin û bi hev ra bixebitin.

Berdevk Prîce got Blînken û Kazimî ji bo ku sûcdar bên girtin û hesab ji wan bê pirsîn, personelên Amerîka û koalîsyonê li Iraqê bên parastin jî axivîn.

- Li Hewlêrê êrîşên roketê

Duh şev li hemberî balafirgeha Hewlêrê û bajêr bi 14 moşekan va êrîş hatibûn kirin.

Di êrîşan da mitehîtekî sivîl hat kuştin, jê 3 sivîl tevahî 5 personelên bipeyman û eskerekî Amerîkayê tevahî 9 kes jî birîndar bûbûn.

Komeke navê wê qet li Iraqê di êrîşan da nehatiye bihîstin, koma "Ewliya ed-Dem"ê berpirsyariya êrîşê hildabû stûyê xwe.

Piştî êrîşê di çapemeniya herêmê û navneteweyî da hatibû gotin ku di êrîşê da tiliya komên ku Îran piştgiriyê dide wan heye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE