Di bobelata lehiyê ya li Îranê de 70 kesî jiyana xwe ji dest da. Niha li herêmê xebatên alîkariyê dewam dikin. Heyva sor a tirkiyê gihîşt hewara mexdûran; li parêzgeha gûlistanê li mexdûran 5 TIR koliyên alikariyê belav kirin.
Bi zehmetiyên mezin gihîştin herêmê..
yek bi yek kolî bar kirin..
Heyva Sor a Tirkiyê bi hewara mexdûran de çû..
Di bobelatê de 70 kesî jiyana xwe ji dest da…
Bi qasî 500 milyon dolar zirar li herêmê ket..
Hezar û 900 navçe, bajarok û gund di bin av û heriyê de man..
Nêzî 100 hezar însanî xwe spartin konan.
Ji ber bobelatê, însanên herêmê li benda alîkariyê bûn.
Ewilî Heyva Sor a Tirkiyê çû hewara wan.
Heywa Sor a Tirkiyê 5 tir alîkarî şandin navçeya Akkaleyê ya parêzgeha Gûlistanê.
Li mexdûran kon, betanî, dermanên paqijiyê û tiştên mitbaxê belav kirin.
Personelên Heyva Sor mexdûr bi tenê nehiştin...
Bi hev re kon vedan..
Bi alîkariya Heyva Sor a Îranê jî 20 koliyên xûrekan û 60 xalîçe belav kirin.
Her wiha Heyva Sor a Tirkiyeyê alîkariyên ji bo 320 malbatan jî teslîmî Heyva Sor a Îranê kirin.