Bobelata Wîllayê ya li Meksîkayê

Li Meksîkayê bobelata Wîllayê pişt ku li bajarokên li peravê xist berê xwe da herêmên navîn.

Bobelata Wîllayê ya li Meksîkayê

Li Meksîkabobelata Wîllayê pişt ku li bajarokên li perava eyaleta Sînolayê, gundên masîgiran û çêwligên li nêzî peravê xist berê xwe da herêmên navîn.

Rayedaran diyar kirin ku leza bayê bobelata Wîllayê ya ku derkete asta 3yan, di saetê da gihîşte 195 kîlomêtreyî û dema ber bi herêmên navîn diçe jî tesîra xwe dide der.

Hat ragihandin bobelatê bi şev li herêmên li peravê xist, ji ber ku ceyran û ragihandin qut bûyejî vê gavê nikarin zirara li herêmê ket tesbît bikin.

Navenda Bolelatê ya Neteweyî ya Amerîkayê jî hişyarî da û got dibe ku li hin herêmên Jalîsco, Nayarît û Sînolayê ji ber Wîllayê baraneke gur bibare.

Hat ragihandin ku wezîfedarên rewşa acil 4 hezar û 250 kes ji heêmên peravê texliye kirin.

Dîroka nûkirinê: 24 Cotmeh 2018, 14:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE