Boko Haramê li Nîjeryayê di şevekê da 75 kes kuşt

Boko Harama rêxistina terorê li bakurê rojhilata Nîjeryaya welatê Efrîkaya Bakur di şevekê da 75 kes kuşt.

Boko Haramê li Nîjeryayê di şevekê da 75 kes kuşt

Boko Harama rêxistina terorê li bakurê rojhilata Nîjeryaya welatê Efrîkaya Bakur di şevekê da 75 kes kuşt.

Li gor nûçeyên di çapemeniya neteweyî da hatin weşandin Serokê Komîteya Artêşê ya Meclisa Nîjeryayê û Senatorê Bornoya Başûr Elî Ndûme beşdarî bernameya ku hevparên wî li Maiduguri ser eyaleta Bornoyê lidarxistin bû.

Ndûme di daxuyaniya li vê derê da diyar kir ku Boko Haramê di şevekê da li herêma Gwoza ser eyaleta Bornoyê 75 kal û pîr kuştin.

Di berdewamiya axaftina xwe da Ndûme destnîşan kir ku jiyana şêniyên Gwozayê ji ber êrîşên Boko Haramê di talûkê da ne û wiha domand: "Ez wek senatorek hê jî nikarim biçim Gwozayê lewra ewder ewle nîne. Ji ber êrîşan her roj mirov dimirin. Hêzên ewlehiyê mayê ji destê wan tê dikin lê rewş pir xerabe. Li vê derê her roj mirov dimirin."

Ndûme ragihand ku ji bilî êrîşan şêniyên herêmê ji aliyekî va jî bi xelayê ra rûbirû mane û heke saziyên civakî yên sivîl nebvin rewş wê xerabtir be.

Boko Harama rêxistina terorê ya ku ji serê sala 2000î vir va li Nîjeryayê heye û di êrîşên wê yên komî ku ji sala 2009an vir va dibe serî da heta niha zêdetirî 20 hezarî kes hatine kuştin.

Rêxistin ji sala 2015an pê va Nîjerya di serî da li Kamerûn, Çad û Nîjerê êrîşan lidar dixe. Di êrîşên ku rêxistinê li herêma dora Gola Çadê bir serî da herî kêm 2 hezar mirov hatin kuştin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE