Borîs Johnson 21 parlementerên mixalif ji partiya xwe îxrac kir

Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson 21 parlementerên ku di dengdayîna krîtîk a duh hatin kirin da digel mixalefetê cî girtin îxrac kir

Borîs Johnson 21 parlementerên mixalif ji partiya xwe îxrac kir

Serokwezîrê Îngilistanê Borîs Johnson wezîrê darayiyê yê berê û neviyê Wînston Churchîll jî di nav da 21 parlementerên ku di dengdayîna krîtîk a duh hatin kirin da digel mixalefetê cî girtin îxrac kir.

Johnson 21 parlementerên ku di dengdayîna krîtîk a duh hatin kirin da digel partiyên mixalefetê cî girtin ji koma parlementoyê ya Partiya Mihafazakar îxrac kir.

Bi telefonê biryara îxracê ragihandin 21 parlementerên ku wezîrên darayiyê yên berê Phîlîp Hammond û Ken Clark, wezîrê edaletê yê berê Davîd Gauke û Sîr Nîcholas Soamesê neviyê Wînston Churchîll jî di nav da ne.

Piştî ku duh parlementerek derbasî Partiya Demokrat a Lîberal bû piraniya hikûmetê winda kir û piştî biryarên îxracê jî di parlementoyê da yekcar qels bû.

Tê payîn ku partiyên mixalefetê îro hewl bidin ku ji Kamaraya avamê pêşnûmayeke qanûnê ya dê berî bigire ku welêt ji YEyê bê lihevkirin veqete derbas bikin.

Heke Kamaraya Avamê miameleyên qanûndanînê îro temam bikin dê pêşnûma hewalê Komaraya Lordan bikin.

Tê armanckirin ku partiyên mixalefetê roja pêncşemê pêvajoya li Kamaraya Lordan jî bilezînin û pêşnûmayê roja înê bikin qanûn.

Tê payîn qanûna ku dê bê derxistin wisa bê formulekirin ku heke Îngilistan û YE li ser Brexîtê li hev nekin hikûmet dê mecbûr bimîne ku ji YEyê taloqkirineke nû bixwaze.

AA

Dîroka nûkirinê: 04 îlon 2019, 09:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE