Borîs Johnson bû serokwezîrê nû yê Îngilistanê

Borîs Johnsonê li Îngilistanê wek serokê Partiya Mihafezekaran hat hilbijartin bû serokwezîrê nû yê Îngilistanê.

Borîs Johnson bû serokwezîrê nû yê Îngilistanê

Borîs Johnsonê li Îngilistanê wek serokê Partiya Mihafezekaran hat hilbijartin bû serokwezîrê nû yê Îngilistanê.

Di dengdayîna endamên partiyê da ku bi posteyê hat kirin Johnson 92 hezar û 153 ray û Jeremy Huntê Wezîrê Karên Derva 46 hezar û 656 ray hilda.

Johnsonê wek serokê partiya îqtidarê hat hilbijartin di heman demê da bû serokwezîrê nû yê Îngilistanê.

Piştî ku encam hatin eşkerekirin Johnson di xeberdana xwe da wiha got: "Dem ew dem e Brexit pêk were, yekîtiya welat çêbe û Jeremy Corbyn (Serokê Partiya Karkeran) têk bibin."

- Sibê wê wezîfeya avakirina hikûmetê hilde

Tê texmînkirin Serokwezîra Îngilistanê Theresa May sibê îstifaya xwe bide Keybanû Elîzabetha 2yemîn û peyra Johnson here Qesra Buckinghamê wezîfeya avakirina hikûmeta nû hilde.

Mayê ji ber ku peymana Brexitê ya bi Yekîtiya Ewropayê (YE) ra 3 caran li parlamentoyê hatibû redkirin piştî mixalefeta di nav partiyê da ji serokatiya partiyê îstifa kiribû û destnîşan kiribû wexta serokê nû bê hilbijartin wê dev ji serokwezîrtiyê berde.

Îngilistanê bi referanduma di 2016an da biryar dabû ku ji YEyê veqete û divê ev biryar di 29ê Adarê bi cî bihata, lê ji ber ku parlamentoyê peymana Brexitê li ser hev red kiribû Brexit heta 31ê Cotmehê hatibû taloqkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 23 Tîrmeh 2019, 17:02
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE