Boşnak bertek nîşanî xelatdayîna Nobelê ya Peter Handke didin

Kesên li Bosna Hersekê dijîn bertek nîşanî Xelata Edebiyatê ya Nobelê ya ku dan nivîskarê Awusturyayî Peter Handkeyê Komkujiya Srebrenîtsayê înkar dike, dan.

Boşnak bertek nîşanî xelatdayîna Nobelê ya Peter Handke didin

Kesên li Bosna Hersekê dijîn bertek nîşanî Xelata Edebiyatê ya Nobelê ya ku dan nivîskarê Awusturyayî Peter Handkeyê Komkujiya Srebrenîtsayê înkar dike, dan.

Gelê Srebrenîtsa û Saraybosnayê der barê xelatkirina Peter Handke da daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Welatiyan got mehkemeyên navneteweyî jî bûyerên li Srebrenîtsayê qewimîn wek "komkujî" bi nav dikin, lê Handke vê rastiyê înkar dike, ji ber vê dayîna xelatê ya ji bo wî felaketek e, durûtî ye û karekî rezîl e.

Hemîd Custovîcê ji Saraybosnayê got xelatdayîna Handke rezîliyeke wisa ye ku paqij nabe û wiha axivî: "Hemû mirovên dinyayê yên niyetbaş wê vê biryarê şermezar bikin. Hûn jî dibînin ku faşîzm di hemû civakên dinyayê da dîsa serî radike."

Mîrsadê ku ji ber vê xelatdayînê xeyalşikestî bûye jî got êdî tu meneya xelatên Nobelê nemaye.

Mîrsad bi bîr xist ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî bi zimanekî tûj va vê xelatdayînê şermezar kiriye û wiha dewam kir: "Em Boşnak benda vê bertekê bûn. Erdogan bi vê tevgera xwe va careke din nîşan da ku ew dostê Bosna Hersekê ye."

Edîn Spahîcê ji Saraybosnayê ye got ev tevgereke rezîl e, hin kes dijî vê biryarê derketine lê Akademiya Qraliyetê ya Swêdê guh nedaye wan û wiha dewam kir: "Bi ya min tesîrên mayînde yên vê xelatê wê çêbibin. Chrîstîna Doctareya ji Swîsreyê madalyaya xwe ya Nobelê paşve dabû ku ev tevgereke pir baş bû."

Edîn Lepenîcayê ji Saraybosnayê jî bertek nîşan da û wiha axivî: "Yê vê biryarê daye Ewropa ye ku em di sala 1992an da bendê bûn ev Ewropa destê xwe dirêjî me bike."

Taîb Cosîcê yek ji mexdûrê kampa komî ye jî anî ziman ew gelek caran diçe ziyareta Srebrenîtsayê û wiha dewam kir: "Ew kesê ku komkujiyê înkar dike, şûna vê divê kindirekî hilde û xwe darve bike."

- Gelê Srebrenîtsayê jî bertekê nîşanî biryarê dide

Bernîs Ademovîcê li Srebrenîtsayê dijî xelatdayîna Handkeyê wek tevgereke xirab û peyameke nebaş binav kir û got ew hêvî dike ev biryar wê bê betalkirin.

Munîr Habîbovîc jî got di komkujiyê da ew ji rêya veşartî ya ji nav daristanê reviyaye û xwe wisa xilas kiriye.

Habîbovîc anî ziman bi vê xelatdayînê va yê ku tiştekî winda bike ne qurbaniyên komkujiyê ne, xelata Nobelê ye.

Mîrnes Zahîrovîc jî bertek nîşan da û wiha pê da çû: "Dayîna vê xelatê delîlê durûtiya Rojavayê û Akademiya Qraliyetê ya Swêdê ye."

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE