Brenton Tarrantê li Zelandaya Nû êrîşî mizgeftan kiribû bi cezayê hepsê ya heta hetayî va hat cezakirin

Brenton Tarrantê li Zelandaya Nû êrîşî mizgeftan kiribû bi cezayê hepsê ya heta hetayî va hat cezakirin

Terorîst Brenton Tarrantê li Zelandaya Nû êrîşî 2 mizgeftan kiribû, 51 kes şehîd kiribû û 49 kes jî birîndar kiribû bi cezayê hepsê ya heta hetayî va hat cezakirin.

Hakim Cameron Mander di doza ku li Mehkemeya Bilind a Chrîtchurchê çêbû da sûcê Tarrant got û paşê cezayê wî eşkere kir.

Mander got Tarrant 51 kes kuşt, 40 kes jî birîndar kir û ji ber vê sûcê terorê cezayê muebetê xwar.

Duh li mehkemeyê Tarrant parastina xwe nexwendibû û hemû sûc qebûl kiribû.

Mehkemeya wî 4 rojan dewam kir û ew bi cezayê hepsê ya heta hetayî va hat cezakirin.

- Bûyer

Tarrant li bajarê Chrîstchurchê di 15ê Adara 2019an da bi çekên otomatîk va êrîşî mizgeftên Nur û Lînwoodê kiribû.

Di vê êrîşa terorê da jê yek Tirk, 51 kes hatibûn kuştin, jê 2 Tirk 49 kes birîndar bûbûn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE