Bûyerên li Burkîna Fasoyê: 62 mirî

Di pevçûnên ku li bajaroka Arbîndayê di navbera qebîleyan derketin da 62 kes mirin.....

Bûyerên li Burkîna Fasoyê: 62 mirî

Hat ragihandin ku di pevçûnên ku li bajarê Hamkaneya li bakurê Burkîna Fasoyê di navbera qebîleyan derketin da 62 kes mirin.

Wezîrê Birêvebiriya Axê û Lihevkirina Civakî Sîmeon Sawadogo daxuyaniyek da û ragihand ku li Arbîndaya li ser Hamkaneya nêzî sînorê Maliyê di navbera qebîleyan da pevçûn derket.

Sawadogo diyar kir pevçûn piştî ku hefteya borî li Hamkaneyê serokê dînî, kurê wî yê mezin û birayê wî hatin kuştin derketin.

Sawadogo diyar kir ku di pevçûnên di navbera Fulanî û qebîleyên din derketin da 30 sivîl û herî kêm 32 terorîst miriin û 9 kes jî hatin revandin.

Li Maliyê du hefte berê niha di êrîşeke li ser gundê Fulaniyan da 160 kes miribûn.

Dîroka nûkirinê: 04 Nîsan 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE