Bûyerên li Papua Gîneya Nû: 24 kuştî

Li eyaleta Helayayê di navbera qebîleyan da şer derket 24 kes hatin kuştin...

Bûyerên li Papua Gîneya Nû: 24 kuştî

Li Helaya eyaleta Papua Gîneya Nû di navbera qebîleyan da şer derket jinên ducanî û zarok jî di nav da 24 kes hatin kuştin.

Li gor nûçeya PNG Post-Courierê roja şemiyê vir va li gundên Munima, Peta û Karidaya li ser eyaleta Helayê bûyerên tundiyê dewam dikin û di van bûyeran da 24 kes hatin kuştin.

Hat ragihandin di nav wan da 2 jin ducanî ne û zarokên temenê wan di navbera 1-15an da ne jî hene.

Serokwezîrê Papua Gîneya Nû James Marape got li eyaletê 400 hezar kes dijîn û bi tenê 60 polês hene ku ew jî ji bo parastina ewlehiyê têrê nakin.

Marape got hewcedarî bi zêdetir polêsan heye û yên ev komkujî kirine wê bi îdamê bên cezakirin.

Li Engaya eyaleta Papua Gîneya Nû di navbera qebîleyên Kandep û Paielayê da di mijdara 2018an da şer derketibû û 10 kes mirbûn.AA

Dîroka nûkirinê: 10 Tîrmeh 2019, 17:24
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE