Bûyerên li Qazaxistanê: ji 5 hezarî zêdetir kes hat binçavkirin

Wezareta Karên Navxweyî ya Qazaxistanê daxuyanî da û ragihand der heqê kesên di operasyonên li seranserê welêt hatin binçavkirin da daxuyanî da.

Bûyerên li Qazaxistanê: ji 5 hezarî zêdetir kes hat binçavkirin

Hat ragihandin ku di bûyerên li Qazaxistanê da hejmara kesên hatin binçavkirin gihîşt 5 hezar û 135an.

Wezareta Karên Navxweyî ya Qazaxistanê daxuyanî da û ragihand der heqê kesên di operasyonên li seranserê welêt hatin binçavkirin da daxuyanî da.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku li seranserê welêt hejmara kesên hatine binçavkirin gihîşt 5 hezar û 135an. Hat destnîşankirin hêzên ewlehiyê mudaxaleyî bûyeran kirin û xwestin ewlehiya can û malê welatiyan û milkên dewletê biparêzin û di wan navberan da jî herî kêm 1300 endamên ewlehiyê birîndar bûn.

Hat gotin ku 300 kesên dixwestin ji welêt awayek dereqanûnî derbikevin li ser wan jî çek, têlefon û malên diziyê, gelek jî pere hebû û bi piyan yan jî bi wesayîtan diçûn hatin binçavkirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE