Çalakiyên duh ên li Sûdanê: 13 kes hatin kuştin

Komîteyê destnîşan kir ku ji roja şemiyê wir da hejmara kesên di çalakiyên li pêşiya Sererkaniyê da hatin kuştin derkete 35an.

Çalakiyên duh ên li Sûdanê: 13 kes hatin kuştin

Komîteya Doxtorên Sûdanê ya Mixalif diyar kir ku di midaxeleya hêzên ewlekariyê ya çalakiyên duh da 13 kes hatin kuştin.

Di daxuyaniya Komîteya Doxtoran da hat destnîşankirin ku hêzên ewlekariyê duh midaxeleyî çalakiyan kirin, di midaxeleyan da li Xartûma paytext 2, li Zalînciya bajaroka Darfura Navîn 8, li Atberayê 1,  li Medeniyê 2 bi tevahî 13 kes hatin kuştin.

Dîsa di daxuyaniyê da hat gotin ku kesek jî di protestoyên li pêşiya baregeha Sererkaniyê da hat kuştin.

Komîteyê destnîşan kir ku ji roja şemiyê wir da hejmara kesên di çalakiyên li pêşiya Sererkaniyê da hatin kuştin derkete 35an.

Ewad bîn Ewfê Serokê Konseya Eskerî û Wezîrê Parastina Sûdanê duh di têlevizyona dewletê da daxuyanî dabû û diyar kiribû ku eskeran dest dan ser rêveberiyê û Omer Beşîrê Serokomar jî hat derdestkirin.

Dîroka nûkirinê: 12 Nîsan 2019, 17:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE