Çalakiyên li Fransayê jiyan da sekinandin

Di serî da li Parîsê û gelek bajar û bajarokên welêt di navbera çalakvanan û polêsan da rageşî derket, xebera rageşiyê ya ewil jî ji Lyonê hat.

Çalakiyên li Fransayê jiyan da sekinandin

 Li Fransayê bi dehan hezarî kesên reforma teqawidbûnê ya rêveberiya Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê protesto dikin li welêt jiyan dan sekinadnin, di navbera çalakvanan û polêsan da rageşî derket.

Di serî da li Parîsê û gelek bajar û bajarokên welêt di navbera çalakvanan û polêsan da rageşî derket, xebera rageşiyê ya ewil jî ji Lyonê hat.

Li Nantesê di protestoya 20 hezar kes beşdar bûnê da polêsan bi xaza rondikrêj midaxeleyî çalakvanan kirin. Li bajaroka Rannesê jî di navbera polês û çalakvanan da rageşî derket.

Li Parîsê tevdîrên ewlehiyê yên derasayî

Li Parîsa paytext polêsan li dora Qesra Serokomariyê barîqat danîn û tevdîrên ewlehiyê zêde kirin. Li paytextji bo ewlehiyê 180yî wan bi motor 6 hezar polês htin wezifedarkirin.

Li Parîsê çalakvanên li Gare du Norda îstasyona trênê kom bûn ew ê hetanî Meydana Nationê bimeşin.

Çavkaniyên ewlekariyê diyar kirin ku hetanî nika 18 kes hatin binçavkirin.

Ji ber çalakiyê êlegzer jî beşdar bûnê Bircê Eyfelê yê nîşaneya welêt hat girtin, piraniya seferên trêna bilez hatin betalkirin.

Li gor medyaya herêmî kêmzêde ji sedî 80yê mamosteyên li dibistanên seretayî û navîn ên li Parîsê wezifeyê dikin ji bo grev dev ji kar berdan.

Berteka dijî reforma teqawidbûnê

Piştî çalakiyên êlegzeran xebatkarên gelek sektoran ji bo bertekê nîşanî reforma teqawidbûnê ya rêveberiya Macron amade kir bidin ji rîo pê va bêyî dem greva giştî dan destpêkirin.

Li gor vê reformê ferqa di navbera karker û karmendan da tê rakirin, gav bi gav emrê teqawidbûnê ji 62 salî derdixin 64 salî û li bendê ne ku tesîra vê ya neyînî li ser gelek sektoran çêbibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE