Çalakiyên li Myanmarê: 16 kuştî

Îro li Myanmarê di çalakiyan da herî kêm 16 kes hatin kuştin

Çalakiyên li Myanmarê: 16 kuştî

Li Myanmarê hêzên ewlekariyê bi sîlahan midaxeleyî protestoyên li dijî derbeyê û binçavkirina endamên hikûmeta hilbijartî kirin, herî kêm 16 kes kuştin.

Li gor xebera melpera Myanmar Nowê artêşa Myanmarê gule berî qerebalixên li bajarên Yangon, Mandalay, Myeik, Wundwin, Meikhtila û Kyaukpadaungê dan.

Hat destnîşankirin ku di bûyeran da herî kêm 16 kes hatin kuştin.

Keren Khîna çalakvan daxuyanî da û got dibe ku di nav rojê da hejmara kuştiyan zêde bibe û wiha pê da çû: "Esker cesedê hin kuştiyan hildidin dibin ji ber vê em nikarin hejmara kuştiyan tam tesbît bikin."

Khînê got ji ber protestoyan tesîra xwe nîşan da artêşa Myanmarê bi tundî tevdigere.

"Îro ji bo hêzên çekdar roja rûreşiyê ye"

Li Myanmarê hejmara kesên di midaxeleya artêşê da hatin kuştin derkete 344an.

Salai Maung Taing Sanê ji endamên Komîteya Nûneran a Meclisa Neteweyî ya parlementerên dijî derbeyê ji bo paşdaanîna hikûmeta sivîl ava kirin di bernameya beşdar bûyê da ji bo midaxleya hêzên ewlekariyê ya dijî çalakvanan got, "Îro ji bo hêzên şekdar roja rûreşiyê ye."

San bi bîrxist ku îro artêşa Myanmarê Roja Hêzên Çekdar pîroz dike û got, "Wekî artêşeke ku ji 300î zêdetir sivîl kuşt kete vê roja girîng."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE