Li Sûdanê piştî derbeya eskerî ligel qedexeya derketina derva ya konseya berwext bi hezaran çalakvan protestoyan didomînin.
Bi hezaran welatiyên li pêşiya baregeha Sererkaniyê, kuçe û kolanan kom bûne dixwazin ku hemû kesên rejima Omer Beşîr û Ewad bîn Ewfê Serokê Konseya Berwexta a Eskeriyê û Wezîrê Parastina Neteweyî bira îstifa bikin û sivîl hikûmeta berxwet ava bikin.
Odeyên Pîşeyê ya Mixalifan ya Sûdanê (SPA) duh êvarê bangî gel kiribû ku bira guh nedin qedexeya derketina derva ya eskeran û derkevin kûçe û kolanan.
Di daxuyaniya SPAyê da ji welatiyan xwestibûn ku bira li tevahiyê welêt meşên komî li dar bixin, li pêşiya saziyên eskerî çalakiya rûniştinê bikin, dest bi grevê bikin û dikanan bigrin.
Di daxuyaniyê da wiha hatibû gotin:
"Nikarin azadiya vî gelê mezin qedexe bikin, kêm bikin. Rabin em qedexeya derketin derva binpê bikin û karê xwe serast bikin. Dibe ku rejima jitextdaxistî hin şoreşgeran derdest bike lêbelê nikare hemû gel derdest bike û azadiyan kêm bike. Hetanî ku rejim tam ji text danekeve û rêveberiyê dewrî hikûmeta berwext nekin em ê tu gavekê paşda neavêjin. Hetanî ku heqê şehîdên me neyê sitandin em ê kûçeyan terk nekin."
Di daxuyaniya artêşa da ji gel hatibû xwestin ku bi hinceta ewlehiyê di navbera saet 22.00-04.00an da guh bidin qedexeya derketina derva.
Ewad bîn Ewfê Wezîrê Parastinê duh di televizyona dewletê da bi nîşana seroktiya Konseya Ewlekariyê ya Bilind daxuyanî dabû û diyar kiribû ku artêşê dest daye ser rêveberiyê û heyama berwext a ji bo 2 salan dest pê kiriye.
Ewf destnîşan kiribû ku ji bo 3 mehan rewşa derasayî hat îlankirin, li seranserê welêt ji bo vê mehê di navbera saet 22.00-04.00an da qedexeya derketina derva îlan kirin.AA