Çalakiyên li Şerîeya Rojavayê: 5 birîndar

Welatiyên Filistînê li hin herêmên Şerîeya Rojavayê piştî nimêja înê ji bo Dîwarê Cudakariyê û yekeyên wargehên Cihûyan protesto bikin çalakî li dar xistin.

Çalakiyên li Şerîeya Rojavayê: 5 birîndar

Welatiyên Filistînê li hin herêmên Şerîeya Rojava ya dagirkirî çalakiyên li dijî Dîwarê Cûdakariyê û yekeyên wargehên Cihuyan li dar xistin, hêzên Îsraîlê midaleyî çalakiyan kirin 2yê wan bi fîşengên rastî bi tevahî 5 kes birîndar kirin.

Welatiyên Filistînê li hin herêmên Şerîeya Rojavayê piştî nimêja înê ji bo Dîwarê Cudakariyê û yekeyên wargehên Cihûyan protesto bikin çalakî li dar xistin.

Hêzên Îsraîlê bi fîşengên rastî, yên plastîk û xaza rondikrêj va midaxeleyî welatiyên Filistîn kirin, çalakvanan jî bi keviran bersiv dan wan.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin sitandin, hêzên Îsraîlê midaxeleyî çalakiyên li Kafr Qedûma gundê Nablusê kirin û di midaxeleyê da 2 welatiyên Filistînê bi fîşengên rastî birîndar kirin.

Der barê rewşa birîndaran da agahî nehatin dayîn, hat ragihandin ku gelek çalakvan jî di tesîran xaza rondikrêj a hat reşandin da man.

Di midaxeleya li Muxayra gundê Ramallahê da jî hêzên Îsraîlê 3 welatiyên Filistînê bi fîşengên plastîk birîndar kirin.

Li Filistînê piştî Întifadaya Eqsayê (Întifadaya 2yan) ya ku di sala 2000î da derketibû rêveberiya Îsraîlê bi hinceta "ewlekariyê" avakirina Dîwarê Cudakariyê yê di navbera Şerîeya Rojava û Îsraîlê da dabû destpêkirin. Ji ber Dîwarê Cudakariyê 3 milyon welatiyên Filistînê yên li Şerîeya Rojavayê nikarin derbasî Qudsa Rojhilatê ya dagirkirî û Îsraîlê bibin.

Her hefteyê roja înê li dijî Dîwarê Cudakariyê û yekeyên wargehên Cihûyan çalakî tên lidarxistin, eskerên Îsraîlê bi fîşengên rastî, yên plastîk, xaza rondikrêz û hin caran jî ava pîs a bi tazyîk midaxeleyî çalakvanan dikin.

AA

Dîroka nûkirinê: 30 Mijdar 2018, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE