Çapemeniya Ereb û Îranê cihekî berfireh da civîna li ser Sûriyeyê

Çapemeniya Ereb û Îranê cihekî berfireh da civîna çaralî ya li ser Sûriyeyê ku li Stenbolê bi mazûvaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin

Çapemeniya Ereb û Îranê cihekî berfireh da civîna li ser Sûriyeyê

Çapemeniya Ereb û Îranê cihekî berfireh da civîna çaralî ya li ser Sûriyeyê ku li Stenbolê bi mazûvaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan hat lidarxistin û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putîn, Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel beşdar bûn.

Têlevîzyon Al Jazeerayê ya Qeterê di serî da gelek kanalên têlevîzyonên alema Ereban civîna li ser Sûriyeyê ya li Stenbolê "zindî" weşand. Çapemeniya Ereban civîna bi flaş û nûçeyên acil va ji xwendevanên xwe ra ragihand û cihekî berfireh da civînê.

Di nûçeya Al Jazeerayê da der heqê civîna li Setenbolê da bal kişandin ser li Sûriyeyê "destnîşankirina destûra bingehîn a nû". El Arabiya ku Erebistana Siûdî fînanse dike û li Duaiyê bi Erebî weşanê dike jî li ser malpera xwe ya înternetê nûçeya li ser civînê bi sernava "Civîna li Stenbolê qedera Esed dide destê gelê Sûriyeyê" ragihand.

- Çapemeniya Îranê civîn bi flaşan va ragihandin

Ajans û rojnameyên fermî û nîmfermî, malperên înternetê û têlevîzyona dewletê yên Îranê jî civîna çaralî ya li ser Sûriyeyê ji nêz va şopandin û cihekî berfireh dan daxuyaniyan.

IRNAya ajansa nûçeyan a fermî ya Îranê civîn û daxuyanî bi flaş û nûçeyên acil va ji aboneyên xwe ra ragihand, di manşeta xwe da jî wiha got, "Teşkîlkirina komîteya Destûra Bingehîn û parastina yekparetiya axa Sûriyeyê hat destnîşankirin".

Têlevîzyona dewletê jî bi bultenên serê saetê û jêrenivîsên demildest va civîn ji temaşekarên xwe ra ragihand û di malpera xwe ya înternetê da gotina Serokomar Erdogan ya "Em ê der heqê van gavên ku em davêjin, hevdîtinên ku em dikin da jixwe Îranê jî agahdar bikin" kir manşet.

Ajansa Nûçeyan a Mehrê û ajansa nûçeyan a ISNAyê jî cih da civînê.

- Çapemeniya HKIyê jî cih da civînê

Rûdaw TVya ku li Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) weşanê dike jî gotina Serokomar Erdogan a "Em ê tehdîdên rojhilata Feratê berteref bikin" kir sernava nûçeyê cioh da van gotinan, "Piştî civîna dîrokî ya li Stenbolê daxuyaniya ewil Recep Tayyîp Erdogan da."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Cotmeh 2018, 11:23
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE