Çapemeniya Îranê: "ji nû va ji îbadetê ra wek mizgeft vekirina Ayasofyayê yek ji bûyerên herî girîng ên sedsalê ye"

Di nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê ya der barê vekirina mizgeftê da hat diyarkirin ku statuya muzeyê ya Mizgefta Mezin a Ayasofyayê digel îtirazên Misr û Yewnanistanê piştî 86 salan bi destê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat rakirin û dîsa guherandin mizgeftê.

Çapemeniya Îranê: "ji nû va ji îbadetê ra wek mizgeft vekirina Ayasofyayê yek ji bûyerên herî girîng ên sedsalê ye"

Televîzyona dewletê ya Îranê piştî 86 salan ji nû va ji îbadetê ra vekirina Mizgefta Mezin a Ayasofyayê wekî "yek ji bûyerên herî girîng ên sedsalê" bi nav kir.

IRIBa televîzyona dewletê ya Îranê di serî da ajansa nûçeyan a fermî IRNA û Ajansa Nûçeyan a Farsê çapemeniya sereke ya Îranê vekirina Mizgefta Mezin a Ayasofyayê bi nûçeyên bi wêne û dîmen ragihand raya giştî.

Di nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê ya der barê vekirina mizgeftê da hat diyarkirin ku statuya muzeyê ya Mizgefta Mezin a Ayasofyayê digel îtirazên Misr û Yewnanistanê piştî 86 salan bi destê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan hat rakirin û dîsa guherandin mizgeftê.

Di xeberê da wiha hat gotin: 

"Bi hezaran misilmanên dilxwaz ji bo ku piştî 86 salan li Ayasofyayê nimêja ewil a înê bikin ji her derê Tirkiyeyê hatin Stenbolê. Merasima vekirina mizgefta Ayasofyayê ku yek ji bûyerên herî girîng ên sedsalê ye ji nav welêt û dervayî welêt ji hêla bi dehan saziyên çapemeniyê va tê şopandin."

IRNAya ajansa fermî ya Îranê jî di nûçeyên ku der barê vekirina Mizgefta Mezin a Ayasofyayê da ragihand aboneyên xwe da sernava "Piştî 86 salan li Ayasofyayê nimêja înê" bi kar anî.

IRNA ragihand ku di serî da Serokomar Erdogan giregirên dewletê beşdarî vekirina Ayasofyayê bûn û bernameya vekirinê bi xwendina Qur'ana Pîroz dest pê kir.

Di nûçeyê da hat diyarkirin ku beriya bernameya vekirinê dijî vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) tevdîr hatin hildan û got ku "Beriya nimêja înê ya li Ayasofyayê hewşa mizgeftê hat dezenfektekirin û bi kulîlkan hat xemilandin."

Ajansa Nûçeyan a Farsê ku ajansa nîv fermî ya Îranê ye di nûçeya xwe ya bi serenava "Biqasî piştî sedsalî li Ayasofyayê nimêja ewil a înê" da got ku "Biryara mehkemeyê û îmzeya Serokomarê Tirkiyeyê Ayasofyaya dîrokî ji muzeyê guherandin mizgeftê û piştî 86 salan îro bi beşdariya Recep Tayyîp Erdogan nimêja înê ya ewil hat kirin." 

Tesnîma ji ajansên nûçeyên ên nîv fermî yên Îranê jî di nûçeya xwe ya der barê mijarê da ragihand ku welatiyên dixwestin ku li Mizgefta Ayasofyayê nimêja ewil bikin ji sibehê zû va hatin mizgeftê û Serokomar Erdogan li mizgeftê Qur'ana Pîroz xwend.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE