Çar partiyên mixalefetê yên Herêma Kurdistanê hevpeyman pêkanîn

Çar partiyên mixalefetê yên Herêma Kurdistanê Gorran, Yekgirtû, Hevpeymanî û Komellê hevpeyman pêkanîn

Çar partiyên mixalefetê yên Herêma Kurdistanê hevpeyman pêkanîn

Çar partiyên mixalefetê yên Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), Gorran, Yekgirtû, Hevpeymanî û Komellê hevpeyman pêkanîn.

Li HKIyê rayedarên partiyên mixalefetê yên Bizutneweya Gorranê, Partiya Yekîtiya Îslamî (Yekgirtû), Partiya Hevpeymaniyê ji bo Demokrasî û Dadperweriyê û Komeleya Îslamî (Komell)ê piştî civîna ku li bajarê Silêmaniyê li dar xistin, daxuyaniyek belav kirin.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku her 4 partiyan bi mebesta hevdîtinên "Hevpeymana Mezin" a ku biryar e li parlementoya Iraqê bê pêkanîn, hevpeymanek nû çêkirine.

Di daxuyaniyê de bal ji bo çreseriyeke mayinde ya pirsa di navbera Bexda û Erbîlê de hat kişandin û tekezî lê hat kirin ku hevpeymana navborî bi mebesta garantîkirina mafên gelê HKIyê di çarçoveya destûrê de dê bixebite.

Herwiha di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku pêdivê li Iraqê, di pêvajoya nû de rêveberî li ser binemayên weke "hevkarî, diyalog, hevsengiya rêveberiyê, serweriya yasayê" bê avakirin.

 

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE