Li Etiyopyaya welatekî Afrîkaya Rojhilate ye cara ewil di kesekî da vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) hat tesbîtkirin.
Serokê Rêveberiya Bajarê Addîs Ababayê Takele Uma Bantî ji ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyanî da û diyar kir li gor encama testa ji bo welatiyekî Japonyayê hat kirin encam nexêr derket.
Hat gotin ku kesê pê ra Kovîd-19ê hat tesbîtkirin ne ji Etiyopyayê ye.
Li welatên Kenya, Gabon, Giravên Diranên Fîl, Gana, Komara Demokratîk a Kongoyê, Burkîna Faso, Misir, Cezayir, Nîjerya, Senegal, Kamerun, Tûnis, Afrîkaya Başûr û Fas a ser parzemîna Afrîkayê ne şewba Kovîd-19ê hatibû dîtin.
Li seranserê parzemînê bi qasî 170 kesên vîrusa koronayê ya tîpa nû bi wan geriyaye hene û li parzemînê heta niha 3 kes ji ber şewbê mirin.
AA