Çavuşoglu bi Barzanî ra hevdîtin kir

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya Iraqê da bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir

Çavuşoglu bi Barzanî ra hevdîtin kir

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya Iraqê da bi Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî ra hevdîtin kir.

Çavuşoglu piştî paytext Bexda û Besrayê, hat Hewlêrê û li avahiya Serokwezîriyê ya HKIyê bi Barzanî ra bêyî çapemeniyê hevdîtina yek û yek û heyetî kir.

Wezîr Çavuşoglu wê paşê beşdarî firavîna ku Barzanî ji bo rûmeta wî dide, bibe.

Çavuşoglu di çarçoveya ziyareta xwe ya Hewlêrê da bi Misteşarê Ajansa Ewlehiyê ya HKIyê Mesrûr Barzanî û nûnerên siyasî yên Tirkmen ra hevdîtin kiribû.

Çavuşoglu duh li Bexdayê bi Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî, hevkarê xwe Mihemed Elî el-Hekîm, Serokê Meclisa Iraqê Mihemed el-Helbûsî û parlamenterên Tirkmen ra hevdîtin kiribû. Wezîr Çavuşoglu paşê li Besrayê bi Walî Esad el-Îdanî ra jî hevdîtin kiribû.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Hezîran 2019, 12:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE