Çavuşoglu bi Barzanî re hevdîtin kir

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ligel Nêçîrvan Barzanî ku wekî Serokê nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, hat cem hev.

Çavuşoglu bi Barzanî re hevdîtin kir

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu ligel Nêçîrvan Barzanî ku wekî Serokê nû yê Herêma Kurdistanê hat hilbijartin, hat cem hev.

Çavuşoglu ku ji bo beşdariya merasima sondxwarina Barzanî gihîşt Hewlêrê, li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Tirkiyeyê li Bexdayê Fatih Yildiz û berpirsên mayîn hat pêşwazîkirin.

Çavuşoglu li balafirgehê ligel Barzanî hat cem hev.

Tê çaverêkirin ku Çavuşoglu dê li Hewlêrê ligel Serokomarê Iraqê Berhem Salih, Misteşarê Ajansa Ewlekariyê ya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Eniya Tirkmenên Iraqê Erşat Salihî jî bê cem hev.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Hezîran 2019, 12:25
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE