Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi telefonê digel Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov axivî.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derve, di peywendiya telefonê de Çavuşoglu û Lavrov li ser pêşhatên dawîn ên Ukraynayê axivîn.
Îro Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî peywendiyeke telefonê encam dabûn.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê Serokomar Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn mitabiq man ku civîna piştretir a heyetên mizakereyên Rûsya û Ukraynayê li Stenbolê were kirin.
AA