Çavuşoglu digel Serokwezîrê HKIyê Barzanî axivî

Çavuşoglu digel Serokwezîrê HKIyê Barzanî axivî

Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu bi peywendiyeke telefonê digel Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesrûr Barzanî axivî.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin sitendin Barzanî di peywendiyê de derbarê êrîşên li Hewlêr û Başîkê agahî dan Çavuşoglu û sersaxî lê kir.

Çavuşoglu li ser hesabê xwe yê medyaya civakî got, "Li dijî baregeha li bakurê Iraqê êrîşeke namerdane hat lidarxistin û eskerekî me şehîd ket. Rehma Xwedê li eskerê me yê qehreman be. Serê malbat, hevalçekên wî û gelê me yê ezîz sax be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE