Çavuşoglu û Kuleba li Livîvê hatin bal hev

Çavuşoglu û Kuleba li Livîvê hatin bal hev

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu: "Piştî serdana li herdu dewletan (Rûsya-Ukrayna) hêviya me ya agirbestê parî jî zêde bû."

Çavuşoglu ji bona li ser şerê Rûsya û Ukraynayê biaxivin piştî serdana xwe ya li Moskovayê çû Livîva bajarê Ukraynayê û Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Dmîtro Kuleba ra hat bal hev.

Wezîrê Karên Derva Çavuşoglu got ku piştî serdana li herdu dewletan (Rûsya-Ukrayna) hêviya me ya agirbestê parî jî zêde bû.

Çavuşoglu destnîşan kir di navbera Rûsya û Ukraynayê da di mijarên ku nêzî hev dibin da bingeha lihevkirinê hebe dibe ku herdu serok bên bal hev.

Mevlut Çavuşoglu got ku Ukraynayê pêşniyar kir ku gava lihevkirinek çêbe di warê ewlehiyê da bila Tirkiye jî di nava garantoran da hebe û Rûsya jî îtiraz nake.

- "Em Tirkiyeyê di nava dewletên ku dixwazin garantor bin da dihesibînin"

Wezîrê Karên Derva yê Ukraynayê Kuleba ji ji Çavuşoglu ra got ku biryardarî, wêrekî û serdana we ya şexsî nîşan û îsbat dike ku Tirkiye di vê meseleyê da lîstikvanekî çalak e.

Kuleba got ku em Tirkiyeyê di nava dewletên ku dixwazin garantor bin da dihesibînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE