Çavuşoğlu: Taloqkirina operasyonê çêtir e

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu qerara vekişînê ya emerîkayê di trt’ê de nirxand.

Çavuşoğlu: Taloqkirina operasyonê çêtir e

Wezîrê Karên Derve Mevlüt Çavuşoğlu qerara vekişînê ya emerîkayê di trt’ê de nirxand. Çavuşoğlu got taloqkirina operasyonê fikreke baş e û bila kes nebêje me dev ji biryara xwe berdaye.”

Wezîr Çavuşoğlu: Taloqkirina operasyonê fikreke baş e. Hem pêvajoya vekişînê û gelek mijarên din, him jî ji bo ku guleyên dostan li hev nekevin, em dikarin vê maweyê bi biryara cenabê Serokkomarê me jî hinekî din dirêj bikin.

Tirkiyê dikir ku operasyonê bibe ser Rojhilatê Firatê, di wê heyamê de Emerîkayê jî biryar da leşkerên xwe ji wir derxe.

Wezîrê karên derve Mevlüt Çavuşoğlu got, qerara vekişînê tesîr li biryardariya me ya operasyonê nekir.

Wezîr Çavuşoğlu: Lê bila kes nebêje ku em dev ji biryardariya xwe berdidin û operasyonên xwe yên li herêmê diqedînin. Em di vê meselê de biryardar in.

Çavuşoğlu da zanîn Enqere û Washington dê bi hev re vekişîna Emerîkayê kordîne bikin.

Ji bo vê jî di 8ê Rêbendanê de her du alî dê bicivin.

Wezîr Çavuşoğlu: 3 komên me yên xebatê hebûn. Di dema Tillerson de jî me bi hev re 3 komisyon ava kiribûn û em ê di 8ê mehê de, li Washingtonê li hev rûnin. Vekişîna Emerîkayê ya ji Sûriyê dê çawa bibe, em ê bi hev re koordîne bikin û em ê bi hev bişêwirin.

Wezîr qala çekên giran ên di destê YPG/PKK’ê de jî kir.

Got, Emerîkayê gotiye em ê çekan berhev bikin, lê ev yek ne ewqas hêsan e.

Wezîr Çavuşoğlu: Emerîka dibêje numerayên wan hene, em ê wan berhev bikin. Lê ne ewqas rehet e. Emerîkayê li İraqê jî çek belav kiribûn, gotibû em ê kom bikin lê nekaribû. Ne pêkan e hemû werin berhevkirin.

Dîroka nûkirinê: 22 Kanûn 2018, 15:47
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE