Çavuşoglu û Pompeo bi telefonê axivîn

Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi hemtayê xwe yê Amerîkayî Pompeo re bi telefonê axivî

Çavuşoglu û Pompeo bi telefonê axivîn

Hat ragihandin ku Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu bi Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo re bi telefonê axivî.

Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên dîplomatîk hatin bidestxistin Çavuşoglu û Pompeo bi telefonê axivîn. Hat diyarkirin ku her du wezîr li ser têkiliyên di navbera Tirkiye û Amerîkayê de û pirsgirêkên berdest sekinîn.

Çavuşoglu di çarçoveya Civîna Wezîrên Karên Derve ya Yekîtiya Neteweyan a Asyaya Başûrê Rojhilatê ya 51emîn (ASEAN) de di 3ê tebaxê de bi hemtayê xwe yê Amerîkayî re rû bi rû hevdîtin kiribû.

Çavuşoglu piştî hevdîtinê daxuyaniyek dabû û gotibû ku "ji bo çareserkirina pirsgirêkan li hev kirin ku di pêvajoya ji niha pê ve de jî di nav hevkariyê de bixebitin."

Pompeo jî diyar kiribû ku digel rageşiya di mijara Andrew Craîg Brunson de qewimî jî Amerîka û Tirkiye hevkarên biqîmet in.

- Heyet dê di demek herî nêz de biçe

Di vê navberê de di nav rojê de hatibû ragihandin ku ji bo li ser çareseriya di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de bisekinin heyeteke ji Tirkiyeyê dê biçe Amerîkayê û hevdîtinan bike.

Hatibû gotin ku dê Arîkarê Wezîrê Karên Derve Sedat Onal serokatiya heyetê bike.

Hat diyarkirin ku heyet dê di nav demeke gelekî kurt de biçe Amerîkayê.

 


AA 

Dîroka nûkirinê: 07 Tebax 2018, 18:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE