Çekên FARCê bûn kevirên parke

Sacedoyê diyar kir ev der cihekî wisa ye ku îdeolojiyên dijmin dikarin werin lê biaxivin û dawîkirina şer bi hunerê va tesdîq bikin.

Çekên FARCê bûn kevirên parke

Çekên ku Hêzên Çekdar ên Şoreşger ên Kolombiyayê (FARC) ya berê teslîm kirin, hatin helandin û li binê avahiya Fragmentosa (Perçe) ku nîşaneya kutabûna şer e, wek parke hat rokirin.

Di peymana aştiyê ya navbera hikûmet û FARCê da wek şert hatibû danîn ku çekên rêxistinê têxin bîrdarî. Ev şert bi destê hunermenda Kolombiyayî Dorîs Salcedoyê bi cih hat.

Hunermend Salcedo di vekirinê da axivî û wiha got, "Berhema wî delîl e ku Kolombiyayî ne barbar in, nikarin dîrokeke ku tê da cinayet û tolhildan heye bidomînin û dikarin cudatiyên xwe bêyî ku şidetê bikin, bi axaftinê va çareser bikin."

Salcedoyê bi bîr xist ku şerê ku bi FARCê ra hat kirin, ji nîvsedsalê zêdetir dewam kir û got ku Fragmentos jî wê ji nîvsedsalê zêdetir were bikaranîn.

Sacedoyê diyar kir ev der cihekî wisa ye ku îdeolojiyên dijmin dikarin werin lê biaxivin û dawîkirina şer bi hunerê va tesdîq bikin.

Fragmentos 

Fragmentos li paytext Bogotayê li semtê Belenê ku avahiyên dîrokî û qamûyê lê ne, di herêmeke xerabe da hat çêkirin û li binê wê jî 1300 kevirên parkeyê yên ku ji çekên FARCê yên helandî hatine çêkirin, hatin rokirin. 

Wezîrê Çandî yê Kolombiyayê Carmen Ines Vasquez û gelek siyasetmedar beşdarî vekirina Fragmentosê bûn. Rodrigo Londonoyê serokê FARCê yê berê û Serokê Giştî yê Hêza Şoreşger a Altenatîf a Civakê (FARC) ku partiya siyasî ya nû ye jî beşdar bû.

Peymana aştiyê di navbera Serokê Dewletê yê berê Juan Manuel Santos û Londona da di 24ê mijdara 2016an da li Şanoya Colonê ya dîrokî hatibû îmzekirin.

Li gor peymana ku FARCê çek danîn û veguherî partiya siyasî, divê li Amerîka û Kubayê jî bîrdarî were çêkirin.AA

Dîroka nûkirinê: 11 Kanûn 2018, 10:14
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE