Ceyrana gundewarên Til Ebyadê hat berdan

Wezareta Parastina Neteweyî ragihand ku piştî hevdîtina bi rayedarên eskerî yên Ûris ra ceyrana gundewarên Til Ebyadê ji Bendava Tişrînê hat berdan

Ceyrana gundewarên Til Ebyadê hat berdan

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) weşand da hat ragihand ku li herêma Hereketa Kaniya Aştiyê ji bo jiyana rojane di halekî asayî da bidome kar û xebat tên kirin.

Hat gotin ku di vê çarçoveyê da ji bo helkirina pêwîstiyên sereke xebat didomin.

Di daxuyaniyê da hat bibîrxistin ku di 9ê Mijdarê da temîrkirina Tesîsa Avê ya Alloukê ya av jê diçe Rasuleyn, Derbesiye, Haseke û gundewarên wê derê dest pê kiribû. Hat ragihandin ku niha ji bo tesîs bi berfirehî bixebite tewdîrên hewce dikirin hatin hildan û ji 30 bîrî 26ên wan ketin xizmeta şêniyên li herêma Hereketa Kaniya Aştiyê ne.

Daxuyanî wiha dewam kir:

"Pirsgirêka avê ya li herêmê bi piranî hat çareserkirin û ji bo helkirina pirsgirêka ceyranê jî hewl hat dayîn. Temîrkirina trafoya Mabrukayê ku ceyran jê digihîje herêma Hereketa Kaniya Aştiyê û başûrê rêbeja M4ê di 22yê Mijdarê da dest pê kiribû. Temîrkirina trafoya Mabrukayê bi piranî hat temamkirin û paşê jî bi rayedarên eskerî yên Ûris ên li Eyn Îsayê bûn ra hevdîtin hat kirin û ji bo ceyrana gundewarên Til Ebyadê ku ji Bendava Tişrînê tê berdan lihevkirin pêk hat û ceyrana herêma Hereketa Kaniya Aştiyê jî hat berdan. Di vê çarçoveyê da ceyrana gundewarên Til Ebyadê hat berdan û ji bo navenda Til Ebyad û herêma Resûleynê jî xebat didomin."

AA

Dîroka nûkirinê: 10 Kanûn 2019, 17:31
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE