Hat ragihandin dê Cezaîr bi qasî 300 milyon dolar kredî bide Tunusê.
Peymana krediyê ya ku 9ê sermawezê di navbera Cezaîr û Tunusê de hat îmzakirin, bi biryarnameya Serokomariyê Tunusê hat qebûlkirin.
Li gorî biryar nameya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, tê pêşdîtin ku Cezaîr bi qasî 300 milyon dolar kredî bide Tunusê.
Ji aliyekî din ve di daxuyaniya Serokomariya Tunusê de hat ragihandin ku Serokomarê Cezaîrê Ebdulmecîd Tebbûn dê weke mezûmvanê Serokomar Qeys Seîd sibe serdana Tunusê bike.
Hat eşkerekirin ku serdana fermî ya Serokomarê Cezaîrê Tebbûn weke 2 rojan tê plankirin.
AA