Cîgira Serokkomarê Îranê jî bi koronavîrusê ket

Cîgira Serokkomarê Îranê ya berpirs ji Karûbarê Jinan û Malbatê Mesûme Êbtikar jî bi cura nû ya koronavîrûsê ket.

Cîgira Serokkomarê Îranê jî bi koronavîrusê ket

Hat ragihandin ku Cîgira Serokkomarê Îranê ya berpirs ji Karûbarê Jinan û Malbatê Mesûme Êbtikar bi cura nû ya koronavîrûsê (Kovîd-19) ketiye.

Şêwirmenda Cîgira Serokkomar Ferîba Ibtîhacê ji IRNAya ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê re anî ziman ku Êbtikarê duh testa Kovîd-19ê kiriye û encam pozîtîf derketiye.

Ibtîhacê destnîşan kir ku Cîgira Serokkomar Êbtikar li mala xwe îstirehetê dike û got, "Bi sedema egera pêketina vîrusê, hemî kesên di ekîba Cîgiriya Serokkomariyê de testa xwe kirine û dên encamên wan roja şembiyê derkevin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE