Li DYAyê di doza kuştina George Floydê reşik de polîsê berê Derek Chauvin, di 3 sucdarkirinên derbarê wî de bi temamî sucdar hat dîtin.
Di darizandina li Dadgeha Herêmê ya Hennepina li Minneapolisê de ya ku ev 4 hefte berdewam e, juriya 12 kesî piştî mizakereta bi qasî 10 saetan, bi dema herêmê saet 16.10an biryara xwe ragihandin.
Di biryara ku ji aliyê dadwer Peter Cahill ve xwendin de, di sucdarkirinên li dijî wî de yên bi kuştina asta 2 û 3yemîn de digel bi asta 2yemîn kuştina mirov de, Chauvin ji temamê wan sucdar hat dîtin.
Piştî xwendina biryarê Chauvin birin girtîgehê.
Bûyera kuştina George Floyd
Polêsan di 25ê gulanê da li Mînneapolîsê ji ber şika xapandinê George Floydê reşik ê 46 salî binçav kiribûn. Polêsekî çoka xwe kutabû ser histûyê wî, li ser vê Floyd gotibû "Bêhna min diçike nikarim bêhna xwe hildim" û lavayî wî kiribû da ku wî berde.
Welatiyên ji wê derê ra derbas dibûn bi têlefonê dîmena bûyera qewimî kişandibûn û li ser medyaya civakî parve kiribûn, gelek kesan bertek nîşan dabû.
Floyd rakiribûn nexweşxaneyê lêbelê nehatibû ser hemdê xwe û li wê miribû.
Piştî wan dîmenan û li Amerîkayê tundiya polêsan a li dijî kesên reşik dîsa hatibû rojevê, xwepêşandanên li Mînneapolîsê dest pê kiribûn li gelek bajarên welêt belav bibûn.
AA