Cihûyên dîndar ên Îsraîlê çima cil û bergên reş li xwe dikin, biskên xwe dirêj dikin?

Cihûyên dîndar ên Îsraîlê çima cil û bergên reş li xwe dikin, biskên xwe dirêj dikin?

Cihûyên Ortodoks ên Ultra ku bi Îbranîkî ji wan ra dibêjin Haredî, li Îsraîlê û li çar aliyên dinyayê bi cil û bergên xwe yên kevnare va bi rehetî tên naskirin.

Haredî li Qudsa Rojhilatê, taxa Meaşerimê dijîn. Dema ku meriv li vê taxê digere, wekî ku meriv li platoya fîlmekê ye an jî demên berê li ber çavê meriv ra derbas dibe. Bi taybetî zilamên Haredî bi cil û bergên xwe yên reşî cubeyên xwe, kîpa û şewqeyên xwe, guliyên porê xwe û rêşiyên ku bi şalê wan va darda bûne va balê dikişînin.

Nifûsê Îsraîlê dora 9 milyonî û ye û nêzî ji sedî 12ê vê nifûsê Cihûyên Haredî ne.

Piraniya Cihûyên Haredî li taxa Meaşerimê ya li Qudsa Rojava û li bajarê Bney Brakê yê nêzî paytext Til Avîvê dijîn.

Ji ber ku gelek zarokên wan hene, nifûsê wan qerebalix e û li Meclisa Îsraîlê bi navê Tewrata Yekbûyî û Şasê du partî nûnertiya Harediyan dikin. Her du partî jî niha di meclisê da mixalafetê dikin.

Cihûyên sekuler û Haredî di gelek mijaran da ji hev cuda difikirin û Haredî naxwazin ku têkevin nava civakê. Piraniya wan ji ber ku di nikarin di nava artêşê da dînê xwe bijîn û li gor dînê xwe îbadetên xwe bikin, kirina eskeriyê red dikin.

Me ji van Cihûyên dîndar ên li Îsraîlê pirsa "Hûn çima cil û bergên reş li xwe dikin, hûn çima kîpa û şawqe didin serê xwe û biskên xwe dirêj dikin, têkiliya cil û bergên we û bawerî û kevneşopiyên we çi ne" pirsî.

- Qismekî cil û bergan bawerî ye, qismek kevneşopî ye

Harediyan daxuyand, lixwekirina cil û bergên reş ji çanda cil û bergên Rojavayê Ewropayê tê û îro jî ew heman edetî, ji bo jiyandina ruhê cimaetê û ji bo ku tewazûyê nîşan bidin û ji nimayîşê birevin, didomînin.

Kumê ku didin serê xwe û jê ra "kîpa" dibêjin jî li gor Tewratê ferman e û divê ew dema îbadetan bidin serê xwe. Haredî dibêjin ji bo ew jibîr nekin ku Xwedê li ser wan ra ye, loma ew di jiyana rojane da jî kîpa didin serê xwe.

Haredî dibêjin ji ber ku fermana Tewratê ye, ew loma biskên xwe dirêj dikin, hinek jî ji bo ku zêdetir sadiqê vê fermanê ne, biskên xwe hê dirêjtir dikin.

Haredî ji rêşiyên ku ji şalên wan daliqiyane ra jî "Tzitzit" dibêjin û ev rêşî jî di Tewratê da fermaneke din e, bi van rêşiyan va ew 613 fermanên Tewratê timî bi xwe ra digerînin û di bîra xwe de digrin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE