Cihûyên li dijî Siyonîzmê bertek nîşanî Trump dan

Cihûyên Ortodoks ên li Amerikayê bertek nîşanî plana qaşo aştiyê ya Peymana Sedsalê ya Serokê Amerikayê Donald Trum a ji bo pirsgirêka Filistin-İsrailê eşkere kiribû, dan

Cihûyên li dijî Siyonîzmê bertek nîşanî Trump dan

Li Amerikayê Cihûyên Ortodoks ên li dijî siyonîzmê ne bertek nîşanî plana qaşo aştiyê ya Rojhilata Navîn a ku Serokê Amerîkayê Donald Trum ji bo pirsgirêka Filistîn-Îsraîlê eşkere kiribû, dan.

Rûspiyên Cihûyên Ortodoks der barê mijarê da li Navenda Çapemeniya Neteweyî daxuyayeke hevpar dan çapemeniyê û gotin: "Trump bi plana qal tê kirin va Filistinê tune dihesibîne û pirsgirêka li herêmê zêdetir tevlihev dike."

Di axaftina xwe da rûspiyan ragihandin ku ji ber alîkarî û piştevaniya Amerika bo Cihûyan dike minetdar in lê gotin ku piştgiriya bo İsraİlê ne piştgiriya Cihûyan e.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Piştevaniya ji bo İsrailê her çiqas bi kêrî Cihûyan bê jî ji bo berjewendiyên xwe divê em nehêlin ku zilm li kesan bê kirin û sewtika wan bê sarkirin. Lewra piştevaniya ji bo İsrailê tê kirin divê wek piştevaniya bo Cihûyane neyê xwendin û wisa jî nîne. Ew kîn û tundî û polîtîkaya sûc a ku Îsraîl li hemberî Filistiniyan disepîne li gor ola Cihûtiyê nîne."

Rûspiyan gotin ku Trump bi eşkerekirina plana qal tê kirin va Filistinê tune hesiband û pirsgirêka li herêmê zêdetir tevlihev dkir û wiha domandin: "Li Rojhilata Navîn dema hemû mafên Filistiniyan bê dayîn, êş û keserên qewimîne bên telafîkirin û dagirkeriya dest pê kiriye bê sekinandin wê demê aştî minkun e. Heke ev yek bên kirin mîna bi sedan salên berê em dîsa dikarin bi cînarên xwe yên Filistinî ra bi aramî bijîn. Heke wisa nebe tu plan û proje li herêmê nikare aştiyê pêk bîne."

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE