Mescida Eqsayê ya li Qudsê ya ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) ji du mehan zêdetir bû girtî bû vê sibê car din hat vekirin, lê cihûyên tundraw li ser mescîdê da girtin.
Li gor agahiya çavkaniyên herêmî 75 Cihûyên tundraw di bin kontrola polêsên Îsraîlê da ji Deriyê El Mexrîbê (Fas) ya Mescîda Eqsayê ketin hewşa Herêma Şerîfê.
Filistîniyên li Mescîda Eqsayê tekbîr anîn, bertek nîşanî wan dan.
Li ser vê eskerên Îsraîlê 4 Filistînî binçav kirin.
Mescida Eqsayê ya ku ji ber vîrusa koronayê ji du mehan zêdetir bû girtî bû vê sibê car din hatibû vekirin.
Cihûyên tundraw li ser medyaya civakî duh bang kiribûn ku bila bi ser Mescîda Eqsayê da bê girtin.
Mescida Eqsayê ya li Qudsa Rojhilat qibleya ewil a Mislimanan e.
Cihû jî îdia dikin ku di binê Kuliyeya Mescida Eqsayê da bermayiyên Mabeda Silêman heye. Bi vê hincetê Cihû wê derê dikolin û dibêjin heqê wan jî heye ku ew li wir îbadetê bikin.
AA