Cinazeyên wan 16 koçberên Iraqî gihîştin Hewlêrê ku di encama binavbûna belema koçberên bêdestûr da ya ji Fransayê ji ser Behra Manşê ra diçû Îngiltereyê, xeniqîn.
Li gorî nûçeyên medyaya herêmî, balafira cinazeyên 16 koçberên Iraqî tê da duh bi şev li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê danî.
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil 20ê Berfanbarê di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê Twitterê da wiha gotibû, "Herêma Kurdistanê dê roja înê di saet 3.45an de cinazeyên 16 koçberên ku 24ê Mijdara 2021ê di Behra Manşê da bi awayekî trajîk xeniqîn, werbigire."
Hatibû ragihandin, ji ber şertên tenîkî û hewayê anîna cinazeyan bo Hewlêrê du caran hat taloqkirin.
Di Behra Manşê da belema koçberên bêdestûr di 24ê Mijdarê da binav bûbû, jê 5 jin û keçek, herî kêm 27 kes xeniqîbûn.AA