Civîna derasayî ya NATOyê dest pê kir

Civîna derasayî ya NATOyê dest pê kir

Civîna derasayî ya ku serokên hikûmet û dewletên NATOyê beşdar dibin li Baregeha NATOyê ya li Bruksela paytextê Belçîkayê dest pê kir.

Di civîna ku Serok Recep Tayyîp Erdogan Tirkiyeyê temsîl dike da 30 serokên dewletên mutefîq beşdar dibin.

Beriya civînê serokan bi hev ra wêne kişand.

Di civînê da wê geşedanên piştî êrîşa Rûsyayê ya li Ukraynayê bên gotûbêjkirin.

Beriya civînê Serok Recep Tayyîp Erdogan û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hatin bal hev.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg duh daxuyaniya çapemeniyê li dar xistibû.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg destnîşan kiribû di civînê da wê serok der barê şerê li Ukraynayê da biryarê hildin û wiha gotibû, "Di civîna sibê da em ê biryarên hê zêde hildin. Divê em hêza xwe hê zexim bikin."

Stoltenberg diyar kiribû di destpêkê da wê li Bulxaristan, Macaristan, Romanya û Slovakyayê hejmara eskeran bê zêdekirin.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg destnîşan kiribû NATO terefê şerê li Ukraynayê nîne û der barê endamtiya Ukraynayê da jî gotibû ku endamtiya NATOyê wê di rojeva civînê da neyê gotûbêjkirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE