Civîna di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê da wê li Moskovayê çêbe

Civîna di navbera Ermenistan û Tirkiyeyê da wê li Moskovayê çêbe

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu der barê serbestiya vizeyê ya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê (YE) da wiha got: "Wek mijarên din di vê mijarê da jî YE ji bo ku ser soza xwe nesekine bi demê ra dilîze."

Çavuşoglu li Wezaretê der barê nirxandina polîtîkaya derva ya sala 2021î da civînek li dar xist û pirsên rojnamevanan bersivand.

- Serbestiya vîze

Li ser pirsa der barê serbestiya vizeyê ya di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê da tu geşedanek heye an na da Çavuşoglu wiha got: "Tirkiyeyê bo serbestiya vizeyê ji 72 şertên hewce dikin jê 67-68ê wan pêk anî. Der barê şertên wek qanûna partiyên siyasî û têkoşîna dijî terorê da jî du sê cudahiyên gotinan heye, lê wek mijarên din di vê mijarê da jî YE ji bo ku ser soza xwe nesekine bi demê ra dilîze."

- Civîna bi Ermenistanê ra

Der barê civîna di navbera nûnerên taybet ên Ermenistan û Tirkiyeyê da jî Çavuşoglu wiha axivî: "Li gor texmîna me civîna ewil wê li Moskovayê çêbe, daxwaza Ermenistanê ev e. Piştî civîna ewil em dixwazin êdî rasterast civîn çêbibin. Çima? Lewra me nûnerên taybet diyar kirin ku bila ew rasterast bi hev ra biaxivin."

- Qeyrana li Efxanistanê

Wezîr Çavuşoglu behsa qeyrana mirovî ya li Efxanistanê û alîkariyên Tirkiyeyê jî kir û wiha got: "Ji bo ku rê li ber qeyrana mirovî ya li Efxanistanê bê girtin îro her kes berpirsyar e, heke rê neyê girtin tesîra teror û koçê wê li her kesî çêbibe. Bi vê hişmendiyê bi Hîva Sor, AFAD, Maarif û saziyên civakî yên sivîl va me piştgirî da alîkariyên Neteweyên Yekbûyî, me balyozxaneya xwe vekirî hişt."

Ji bilî van mijaran Çavuşoglu der barê mijarên Behra Egeyê, Yewnanistan, Behra Spî, teror, koç, Sûriye û yên wek vê da jî agahî da û pirs bersivandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE