Civîna Garantorên Sûriyeyê ya 14an

Civîna Garantorên Sûriyeyê ya 14an dest pê kir

Civîna Garantorên Sûriyeyê ya 14an

 Civîna Garantoran a 14an ya li ser Sûriyeyê li Nur Siltana paytextê Qazaxistanê ji bo hevdîtinên teknîkî yên di navbera Rûsya û Îranê da dest pê kir.

Nûnerên Rûsya û Îranê di çarçoveya hevdîtinên teknîkî da li gor saeta Tirkiyeyê di 07.15an da li Otela Rîtz Caltonê hatin bal hev.

Li hêviyê ne ku lijneya Tirkiyeyê li gor saeta Tirkiyeyê di saet 11.00an da bi Rûsya, Îran û Neteweyên Yekbûyî (NY) ra dest bi hevdîtinan bike.

Di rojeva hevdîtinên teknîkî da berdana êsîran, mijara kesên wenda, xebatên ji bo konferanseke navneteweyî, vegera penaberan, alîkariya mirovî, destpêkirina xebatên Komîteya Qanûna Bîngehîn, pevajoya siyasî û rewşa dawîn a li welêt hene.

Alexander Lavrentievê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Vladîmîr Putînê Serokê Rûsyayê ji lijneya welatê xwe ra, Huseyîn Cabirî Ensariyê Alîkarê Wezîrê Karên Derva yê Îranê jî ji lijneya welatê xwe ra serokatiyê dikin. Serokatiya lijneya Tirkiyeyê jî Sedat Onalê Alîkarê Wezîrê Karên Derva dike.

Geîr Pedersenê Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê NYyê jî Neteweyên Yekbûyî temsîl dike. 

Hevdîtinên bi formata Astanayê yên di garantoriya Tirkiye, Rûsya û Îranê da ji rêbendana 2017an vir da dewam dikin.

Dîroka nûkirinê: 12 Kanûn 2019, 17:45
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE