Civîna NATOyê di 14ê Hezîranê da wê li Brukselê bê lidarxistin

Stoltenberg anî ziman di civînê da serok wê mijarên wek çalakiyên êrîşane yên Rûsyayê, gefxwarina terorê, êrîşên sîber, teknolojiyên pêşva diçin û zirarê didin, guherîna avûhewayê, tesîra ewlehiyê û mezinbûna Çînê biaxivin û der barê van da biryaran bidin.

Civîna NATOyê di 14ê Hezîranê da wê li Brukselê bê lidarxistin

 Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg daxuyand civîna NATOyê wê di 14ê Hezîranê da li baregeha NATOyê ya li Brukselê bê lidarxistin.

Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya nivîskî da got civîna hezîranê wê ji bo xurtkirina NATOya ku têkiliya di navbera Ewropa û Amerîkaya Bakur da bûye sembol bibe derfeteke baş.

Stoltenberg anî ziman di civînê da serok wê mijarên wek çalakiyên êrîşane yên Rûsyayê, gefxwarina terorê, êrîşên sîber, teknolojiyên pêşva diçin û zirarê didin, guherîna avûhewayê, tesîra ewlehiyê û mezinbûna Çînê biaxivin û der barê van da biryaran bidin.

Di civînên NATOyê da serokên dewlet û serokên hikûmetên endamê NATOyê li hev dicivin.

Civîna dawîn di sala 2018an da li Brukselê çêbûbû.

Ji avabûna NATOyê vir va 28 civîn çêbûn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE