Civîna Serokên YEyê dîsa hat dirêjkirin

Serokê welatên ku endamê Yekîtiya Ewropayê ne ji roja înê vir va li ser budçe û bernameya xilaskirinê mizakereyê dikin

Civîna Serokên YEyê dîsa hat dirêjkirin

Li Brukselê 27 serokê welatên ku endamê Yekîtiya Ewropayê (YE) ne ji ber encamên aboriyê ya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) têkoşîn bê dayîn û mijara budçeyê ya dahatûyê biaxivin ji roja înê vir va mizakereyê dikin, lê ji ber ku hê li hev nekirin civîn dîsa hat dirêjkirin.

Berdevkê Serokê Konseya YEyê Barend Leyts li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyand Civîna Serokên YEyê ya ku ji roja înê vir va dewam dike dîsa hat dirêjkirin.

Leyts got serokan navber da civînê lê ewê piştî nîvro dîsa bicivin.

Dihat plankirin ku Civîna Serokên YEyê di 17-18ê Tîrmehê da temam bibe, lê ji ber ku lihevkirin çênebû civîn hatibû dirêjkirin. 

- Der barê civînê da 

Serokê Konseya YEyê Charles Michel serokatiya civînê dike, serokên 27 welatên endam an jî serokên hikûmetan beşdarî civînê dibin. Seroka Komîsyona YEyê Ursula von der Leyen jî beşdarî civînê dibe. 

Di civînê da li ser bernameya aboriyê ya 750 milyar ewro ya ji bo tesîra şewba koronayê têkoşîn bê dayîn û budçeya 2021-2027an a YEyê ya trilyonekî "Çarçoveya Malî ya Pirsalî" ye tê axaftin. 

Serok li ser hurgiliyên van diaxivin, ew der barê mîqtara hîbe û krediyê û mekanîzmaya ku wê van kontrol bike da diaxivin. 

Ji bilî vê serok li ser budçeya 2021-2027an a YEyê ya trilyonekî mizakere dikin ku ka ewê li ku bê xerckirin, welayên endam wê di dahatûyê da çiqasî alîkariya budçeyê bikin. 

Ji ber van mijaran serok pir bi hurgilî diaxivin û niqaş derdikevin.

- Niqaş

Hollanda, Danîmarka, Swêd û Avusturya ji bo hîbeyên di vê bernameyê da cih digirin dibêjin na. Li gor van welatan heke ji bo welatekî ku hewcedariya wî aboriyê hebe alîkarî bê kirin divê ev wek krediyê be û şertên wê hebin ku ew di dahatûyê da paşve bide, ev ne hîbe be.

Ji bilî vê dibêjin heke hîbe bê dayîn jî divê pir baş bê kontrolkirin.

Macaristan û Polonya jî dibêjin fonên YEyê bi şerta serdestiya hiqûqê va girêdayî ye. Heke rewşeke wiha çêbibe ewê bernameya budçe û xilaskirinê veto bikin.

Biryara budçeya YEyê û bernameya xilaskirinê bi yekdengiya welatên di Konseya YEyê û Parlamentoya Ewropayê (PE) va tên dayîn.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE