Civîna şêwrê ya di navbera Türkiye û Yunanistanê da wê di 16-17ê Adarê da li Atînayê çêbibe

Civîna şêwrê ya di navbera Türkiye û Yunanistanê da wê di 16-17ê Adarê da li Atînayê çêbibe

Hat ragihandin civîna şêwrê ya di navbera Türkiye û Yunanistanê da wê di navbera 16-17ê Adarê da li Atînayê çêbibe.

Li gor agahiya ji rayedarên Tirk hat bidestxistin, heyetên herdu welatan wê li Atînayê bên bal hev.

Civîna beriya vê di 25ê Çileya Paşîn da li İstanbulê çêbûbû.

Bi van civînên di navbera Türkiye û Yunanistanê da armanc ew e ku pirsgirêkên li Ege û Behra Spî bên çareserkirin.

Civînên di navbera herdu welatan da di 12ê Adara 2002yê da li Enqereyê dest pê kiribû.

Civînên di navbera musteşarên wezîrên karên derva heta 2016yan dewam kiribû. Ji ber rewşa siyasî û tevgera Yunanistanê ya ku naxwaze di van civînan da turên din nehatibûn kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE