Civîna Teşkîlata Tevkariyê ya Îslamê ya li Pakistanê

TTÎ ji bo ku li ser mijarên curbecur ên alema Îslamê bisekine, li Pakistanê dicive

Civîna Teşkîlata Tevkariyê ya Îslamê ya li Pakistanê

Civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya Teşkîlata Tevkariyê ya Îslamê (TTÎ) ya 48emîn ji bo ku li ser mijarên curbecur ên alema Îslamê bisekine, li Pakistanê dicive.

Li gor daxuyaniya ku ji TTÎyê hat dayîn, civîn wê di 22-23yê Adarê da li Îslamabada paytextê Pakistanê were kirin, mijara Filistînê, geşedanên dawîn ên li Yêmen û Lîbyayê di serî da wê li ser gelek mijaran bisekinin.

Di Civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya TTÎyê ya 48emîn da Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu wê nûnertiya Tirkiyeyê bike.

Civîna Konseya Wezîrên Karên Derva ya TTÎyê ya 47emîn di 27-28ê mijdara 2020an da li Niameya paytextê Nîjerê hatibû kirin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE