Wezîrê Karên Derva yê Rûsyayê Sergey Lavrov û Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken cara ewil hatin bal hev.
Lavrov û Blînkenê ji bo Civîna Wezîrên Karên Derva yên Welatên Arktîkê li Reykjavika paytextê Îzlandayê ne hatin bal hev û beriya ku bicivin daxuyanî dan çapemeniyê.
Lavrov got Rûsya û Amerîka dixwazin têkiliyên herdu welatan pêşva here, li gor axaftina telefonê ya di navbera Serokê Rûsyayê Viladîmîr Putîn û Serokê Amerîkayê Joe Bîden ewê jî li ser vê mijarê biaxivin.
Wezîr Lavrov daxuyand di mijarên li gor berjewendiya Moskova û Washîngtonê da ji bo ku encamên erênî derkevin holê divê hevkariyeke stratejîk bê kirin û wiha dewam kir: "Rewşa gelemperî ya dinyayê girêdayî têkiliyên di navbera Moskova û Washîngtonê da ye."
Lavrov anî ziman ew dixwazin pirsgirêkên dîplomatîk yên di dema rêvebiriya Amerîkayê ya berê çêbûbûn ji holê rakin.
Lavrov got ewê li ser mijara Efxanistan, plana nukleer a Îranê, Nîvgirava Koreyê da biaxivin.
- Di navbera Amerîka û Rûsyayê da nêrînên cuda hene
Wezîrê Karên Derva yê Amerîkayê Antony Blînken jî daxuyand ew dixwazin bi Moskovayê ra têkiliyan daynin, ji bo vê hewl didin û wiha dewam kir: "Ev ji bo gelê me, gelê Rûsyayê û hemû dinyayê wê baş bibe."
Blînken got di navbera Amerîka û Rûsyayê da nêrînên cuda hene û wiha axivî: "Wek ku Serokê Amerîkayê Bîden ji Serokê Rûsyayê Putîn ra got dema nêrînên cuda çêbûn û Rûsya êrîşî me, hevkar û şirîkên me bike emê jî bersivê bibin. Bîden bi gotin û tevgerê xwe va nîşan da, ne ji bo pevçûn û rageşiyê, ji bo parastina berjewendiyên me."
Blînken anî ziman berjewendiyên Rûsya û Amerîkayê di gelek qadan da yek e û di vê mijarê da hevkarî dikare bê zêdekirin.
AA