Çînê daxuyand ku Zhurongê li Marsê danî

Li gor daxuyaniya ku ji Rêvebiriya Fezayê ya Neteweyî ya Çînê (CNSA) hat dayîn, îro serê sibê ji Zhurongê sînyala telemetriyê hat hildan û gerok bi serkeftî li Marsê danî.

Çînê daxuyand ku Zhurongê li Marsê danî

Hat ragihandin ku geroka bi navê Zhurongê ya Çînê li Marsê danî.

Li gor daxuyaniya ku ji Rêvebiriya Fezayê ya Neteweyî ya Çînê (CNSA) hat dayîn, îro serê sibê ji Zhurongê sînyala telemetriyê hat hildan û gerok bi serkeftî li Marsê danî.

Hat daxuyandin ku Zhurongê li başûrê Marsê ser tebeqeyeke lavê ku pêşda hatibû tesbîtkirin, danî.

Piştî Amerîka û Rûsyayê Çînê jî gerok şand Marsê û di vî warî da bû welatê sêyemîn. 

Zhuronga navê gerokê di mîtolojiya Çînê da navê xwedawendê agir û şer e. Gerok di tîrmeha 2020î da bi rê ketibû û 7 meh şûnda gihîştibû Marsê danîna wê ya ser rêgehê jî 3 mehan kişandibû.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE