Çînê ji ber serdana li Tayvanê wê dijî Pelosiyê mueyîdeyê dayne

Çînê ragihand ku ji ber provokasyona niyetxerab ya Pelosiyê weke bersiv Çînê biryar daye ku dijî Pelosiyê û malbata wê gorî qanûnan mueyîdeyê dayne.

Çînê ji ber serdana li Tayvanê wê dijî Pelosiyê mueyîdeyê dayne

Çînê ragihand ku ji ber serdana wê ya li Tayvanê wê dijî Seroka Meclisa Nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosiyê mueyîdeyê dayne.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Çînê da hat destnîşankirin digel fikar û mixalefeta welatê wan Pelosî çû serdana Tayvanê û wiha hat gotin, "Ev serdan midaxeleya meseleyên naxweyî yên Çînê ye. Binpêkirina desthilatdarî û yekîtiya axê ye, dijî rêgeza Çînê ye û li Tengava Tayvanê zirarê dide aştî û îstiqrarê."

Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ji ber provokasyona niyetxerab ya Pelosiyê weke bersiv Çînê biryar daye ku dijî Pelosiyê û malbata wê gorî qanûnan mueyîdeyê dayne.

Di daxuyaniyê da der barê naveroka mueyîdeyan da agahî nehat dayîn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE