Çîn mueyîdeyên li ser wesayîtên Amerîkayê radike

Serokê Amerîkayê Trump: "Çînê qebûl kir ku wan mueyîdeyên dabû ser wesayîtên ji Amerîkayê dihatin kêm bike û rabike. Niha sepandina mueyîdeyê ji sedî 40 e."

Çîn mueyîdeyên li ser wesayîtên Amerîkayê radike

Serokê Amerîkayê Donald Trump di peyama xwe ya ji ser hesabê Twîtterê weşand da ragihand ku rêveberiya Pekînê (Çîn) sepandina bacê ya li ser tirimbêlên Amerîkayê wê bigûherîne.

Trump di peyama xwe da got: "Çînê qebûl kir ku wan mueyîdeyên dabû ser wesayîtên ji Amerîkayê dihatin kêm bike û rabike. Niha sepandina mueyîdeyê ji sedî 40 e."

Serokê Amerîkayê Trump lihevkirina ser agirbesta bazirganiyê ya ku dawiya hefteyê di navbera Amerîka û Çînê da pêk hat, bibîr xist û destnîşan kir ku gotûbêjên ev demeke dirêje dewam dikirin ji bo pêşketina mizakereyan gelek bi kêr hat.

Trump û Serokê Dewleta Çînê Şî Cînpîng di çarçoveya Civîna Lîderên G20ê ya li Bûenos Aîresê hat kirin da hevdîtin kirin û di mijara şerê bazirganiyê ya navbera Çîn û Amerîkayê da jî li ser agirbesteke bi qewlê 90 rojî li hev kirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 03 Kanûn 2018, 10:44
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE