Çînê peykek şand fezayê

Peyka ragihandinê ya bi navê ChînaSat-6C ji Navenda Peykavêtinê ya Şîçangê şandin fezayê

Çînê peykek şand fezayê

Çînê peykeke ragihandinê ya bi navê ChînaSat-6C şande fezayê.

Li gor nûçeya ajansa Şînhuayê peyka ChînaSat-6C a ku ji hêla Akademiya Teknolojiyê ya Fezayê ya Çînê hatiye çêkirin ji Navenda Peykavêtinê ya Şîçangê şandin fezayê.

Peyk bi roketa Long March (Meşa Dirêj) -3Byê va şandin fezayê.

Hat ragihandin bi saya vê peykê di peyk, televizyon û radyoyan da wê qalîte xizmet baştir bên kirin.

Ji bilî Çînê giravên li Avustralya, Zelandaya Nû û Pasifika Başûr jî tesîra peykê wê çêbibe.

Çîn di qada fezayê da xebatên balkêş dike. Cara ewil Çînê wesayîta keşifê ya bêmirov şandibû aliyê tarî yê Hîvê. Sala bê jî Çîn wesayîta keşifê ya ewil wê bişîne Marsê. Di sala 2029an da jî wê bişîne Jupîterê.

AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 17:21
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE