Çînê prototîpa ewil a roketa ku dê astronotan veguhezîne şand fezayê

Prototîpa ewil a Long March-5Byê piştî geşta 6 deqîqe û 8 saniyeyî di rêgeha xwe ya pêşda plankirî da edilî

Çînê prototîpa ewil a roketa ku dê astronotan veguhezîne şand fezayê

Çînê prototîpa ewil a roketa Long March-5B ku dê astronotan veguhezîne, şand fezayê.

Li gorî nûçeya ajansa Xinhuayê, Long March-5B ku ji Navenda Agirkirina Fezayê Vinçangê ya li qeraxê Girava Haynana li başûrê welêt hat agirkirin, bi dema herêmê di saet18.00an da bêyî astronot bo rêgeha xwe hat şandin.

Roketa ku dê di çarçoveya "peywirên fezayê yên bimirov" da astronotan veguhezîne îstasyona fezayê ya ku Çîn plan dike çêke, 6 deqîqe û 8 saniye piştî agirkirinê, di rêgeha xwe ya pêşda plankirî da edilî.

Hat destnîşankirin ku şandina roketê bi serkeftî encam da û Long March-5B ku dê bikaribe 3 astronotan veguhezîne, dê bibe veguhezînera sereke ya bernameya fezayê ya bimirov a rêveberiya Pekînê.

Long March-5B ku dirêjiya wê 53,7 metre û giraniya rabûna wê 849 metrîk ton e, dê bikaribe ji 21 tonî zêdetir bar bibe fezayê. Tê plankirin ku Long March-5B, kapsula dendik a 20 tonî ya îstasyona fezayê ku navê "Tinahe" lê kirin, di 2021an da veguhezîne rêgeha Dinyayê.

Çîn plana wê yekê dike ku heya sala 2023yan îstasyoneke fezayê ya bimirov ku dê ji sê kapsulan pêk were ava bike. Piştî temambûna mîsyona Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî ku maweya wê di 2024an da tijî dibe, Çîn dê bibe ew welat ku di rêgehê da îstasyona wê ya fezayê ya mayînde heye.

Welatê Çînê ku sala 1956an dest bi xebatên fezayê kir û peyka xwe ya ewil sala 1970yan şand fezayê, ji xeynî projeya îstasyona fezayê ya bimirov, peykên rûniştandin, çavdêrî û ragindinê va dixwaze di nava sê salan da bi qedera 200 wesayîtên fezayê yên li rêgehê va tora xwe xurtir bike.

Çîn di pêşbaziya ku piştî Amerîka û Rûsyayê beşdar bû da dixwaze hevrikên xwe derbas bike û heya 2045an bibe "lîderê fezayê".

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE