Çop û gemara li Bexdayê

 Şaredariya Bajarê Mezin a Bexdayê jî di nav da şaredariyên navçeyan tu hincetekî nîşan nadin û bi rojan çopên li ser kolanan kom dibin berhev nakin. 

Çop û gemara li Bexdayê

Li Bexdaya paytextê Iraqê ji ber xemsariya şaredariyan bi lodan çop berhev bû.

Di van rojan da kuçe û kolanên Bexdayê ji ber berhevnekirinê di nav lodên çopan da mane, tax û bajarok di nav gemarê da mane. Li paytext Bexdayê kêm cih hene ku lodên çopan lê tunene.

 Şaredariya Bajarê Mezin a Bexdayê jî di nav da şaredariyên navçeyan tu hincetekî nîşan nadin û bi rojan çopên li ser kolanan kom dibin berhev nakin. 

Şêniyên Bexdayê ji aliyekî va bo bi nexweşiya şewba vîrusa koronayê (Kovîd-19) nekevin hewl didin lê ji aliyekî va jî ji ber lodên çopan ên di kuçe û kolanan da berhev bûne ditirsin ku wê nexweşiyê zêdetir bike.

Li hin deveran welatî ji çopan lod dikin û dişewitînin lê ev yek jî hewayê qirêj dike.

Em êvarê ji ber bêhna çopan nikarin bikevin xewê

Salîm Zercawiyê li rojhilatê Bexdayê rûdinê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku wesayîtên şaredariyê yên çopê nayên herêmê û wiha domand: "Em di nav lodên çopan da dijîn. Di nav van lodan da laşê heywanan jî hene. Em êvarê ji ber bêhna çopan nikarin bikevin xewê."

Zercawî destnîşan kir ku ji ber lodên çopan wesayît jî bi zor û zehmet di kuçe û kolanan da derbas dibin û wiha pê da çû: "Şaredariyê ji bo cihên çopan dîwar danî lê ji ber ku ew der jî tijî bûn miletê çopên xwe danîn dervayî wî dîwarî.

Şêniyên li herêma Hayfayê dijîn jî bi derfetên xwe car caran çopên kom bûne derdixin dervayî bajêr.

Şirketên Tirk gelekî xweş dixebitîn

 Berdevkê Çapemeniyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Bexdayê Hekîm Ebduzzehra diyar kir ku di qada budçeyê da pirsgirêkên şaredariyê hene û ji ber vê jî li gelek deverên paytext lodên çopan çêdibin.

Ebduzzehra destnîşan kir ku ji bo paqijî û berhevkirina çopên Bexdayê ew berê bi şirketên Tirk ra xebitîn û wiha pê da çû: "Şirketên Tirk ên ku kuçe û kolanên Bexdayê paqij dikirin gelekî serkeftî bûn lê mixabin peymanên bi van şirketan ra qediyan û careke din jî nehatin nûkirin."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE